NÛÇEYÊN KURDÎ

DI PAKÊTA DARAZÊ DE BIRYARA “RÊXISTIN” A AYM BETAL KIRIBÛ, CÎH GIRT

Di 8'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkeşê Meclîsê hat kirin de, li gorê biryarên betalkirina Dadgeha Qanûna Esasî jî wê hin rêzikname cîh bigire.

Pêşnûmeya sererastkirina hin qanûnan ku di raya giştî de weke 8'emîn Pakêta Darazê jî tê binavkirin, bi hinceta zêdekirina bandora xizmetên edlî, duh pêşkeşê Serokatîya Meclîsê hat kirin.

Di pêşnûmeya pakêta darazê de rêziknameya "bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kirin" ku ji alîyê Dadgeha Qanûna Esasî ve bi hinceta "ji pêkanînên keyfî re rê vedike" hat betalkirin, dîsa hat tetbîqkirin. Di paketa darazê de derbarê ji nû ve verastkirina erkên Dadgeha Qanûna Esasî de ti xal tine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.