NÛÇEYÊN KURDÎ

DI PEREYÊN KOMÎSYONÊ YÊN KREDÎYÊN BAZIRGANÎYÊ DE SÎNOR HAT DANÎN

Ji alîyê Bankaya Navendê ya Cûmhûrîyetê ya Tirkîyê (TCMB) guherînên ku têkildarê pereyên ji muşterîyên bazirganî û bankayan dê werin girtin bi weşandina li Rojnameya Fermî ya hejmara îro de ket merîyetê.

DI PEREYÊN KOMÎSYONÊ YÊN KREDÎYÊN BAZIRGANÎYÊ DE SÎNOR HAT DANÎN

Ji alîyê Bankaya Navendê ya Cûmhûrîyetê ya Tirkîyê (TCMB) guherînên ku têkildarê pereyên ji muşterîyên bazirganî û bankayan dê werin girtin bi weşandina li Rojnameya Fermî ya hejmara îro de ket merîyetê.

Bi guherînê re hat destnîşankirin ku ji danbikaranîn û tehsîsa kredîyên bankayan a lîmîtên pereyan sînor hate danîn. Li gor vê biryarê pereyên tehsîsê, sêdî 0.25 lîmîta kredîyan, di karên nûkirina lîmîtan de jî sedî 0.125 lîmîtên hatine nûkirinê wê derbas neke. Her wiha hat dîyarkirin ku di zêdebûna lîmîtan de wê li ser lîmîta zêdeyî pereya tehsîsê ya kredîyê ji nû ve bê girtin. Heke daxwaza nûkirin an jî tehsîsa lîmîtê ji muşterîyeke bazirganî neyê wê pereyê tehsîsê ya kredîyê neyê girtin. Pereyê tehsîsê ya kredîya kêm wê salane be û li gor hejmara mehên maweya lîmîtê ya hatîye tehsîskirin bi hevsengîyek rêjeyî wê bê dîyarkirin. Digel vê yekê pereya danbikaranîna kredîyê wê tenê ji kredîyên nakdî bên girtin û ji xeynî kredîyên rotatif kredîyên ku pê dane bikaranîn wê ji sedî 1.10 zêdetir nebe. Her wiha pere wê di kredîyên rotatîf de bakiyeye bikaranîna kredîyê salane ji sedî 1’ê zêdetir nebe. Bi xalbenda ku li ser tebliğe hatîye zêdekirin bi şerta ku danbikaranîna kredîyên girêdayî tesîsa bankayê ne pereyên ku ji sazîyên malî wê bê girtin tevî vê sînordarkirinê nîn in.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.