NÛÇEYÊN KURDÎ

DI QEZAYÊ DE BAV MIR, KURÊ WÎ JÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê di encama qezayê de bav jîyana xwe ji dest da û kurê wî jî bi giranî birîndar bû. Qeza li xaçereya Bismil û Amedê pêk hat.

DI QEZAYÊ DE BAV MIR, KURÊ WÎ JÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê di encama qezayê de bav jîyana xwe ji dest da û kurê wî jî bi giranî birîndar bû. Qeza li xaçereya Bismil û Amedê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, pîkaba dewar barkirî ku Suleyman Kurga diaojot û ber bi Mêrdînê ve diçû, ji ber sedemeke nedîyar li qemyona bi plaqeya biyanî qelibî.

Ekîbên tenduristîyê yên hatin cîhê bûyerê tespît kirin ku Îbrahîm Kurga jîyana xwe ji dest daye. Kurê wî Süleyman Kurga ê ku di qezayê de bi giranî birîndar bû, piştê mudaxeleya ewil rakirin nexweşxaneyê û hat hînbûn ku xetereya jîyana wî heye. Hin dewarên di sindoqa pîkabê de jî telef bûn. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.