NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DE 12 FÎLÎSTÎNÎYAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Di encama êrişên du rojan de herî kêm 12 fîlîstînîyan jîyana xwe ji dest dan. Îsraîlê di roja duşemê de li Şerîaya Rojava mezintirîn operasyona leşkerî ya salên dawî li dar xistibû.

Bi sedan leşker, drone û bûldozerên aîdî artêşê ketibûn nava tevgerê. Di serdegirtinên li kampa koçberan a fîlîstîn a li Cenînê de 12 fîlîstînîyan jîyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di şer de leşkerekî îsraîlî jî mirîye. Piştê êrişê jî artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona Cenînê bi awayekî fermî bi dawî bûye û leşkerên xwe ji herêma Cenînê vekişandine

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.