GÜNDEM

DI SALA 2022AN DE MÎLYONEK Û 70 HEZAR TÛRÎST HATINE AMEDÊ

Li Amedê di sala 2022an da hejmara tûrîstên ku li otelan cîwarbûne hatin dîyar kirin.

DI SALA 2022AN DE MÎLYONEK Û 70 HEZAR TÛRÎST HATINE AMEDÊ

Li Amedê di sala 2022an da hejmara tûrîstên ku li otelan cîwarbûne  hatin dîyar kirin.

Her wiha di nava salekê de bajarê Amedê mazûvanîya milyonek û 70 hezar û 436 turîstên xwemalî û bîyanî kirîye.Midûrê Giştî yê Oteleke Amedê Osman Kaya, dîyar kir ku ji gelek welatan turîst tên Amedê û dîyar kir ku kesên dema mêvanperwerî û cihên dîrokî dibînin ji mêvanperwerî re heyran dimînin û wiha got: “Li gor sala 2021ê, di hejmara tûrîstan de ji sedî 25 zêdebûn çêbûye. Îsal mîlyonek û 70 hezar û 436 tûrîst hatine bajêr û li otelan cîwarbûn e. Ev ji bo Amed pêşketineke grîng e. Her wiha em hêvî dikin ku îsal di nava sala 2023an de ev hejmar duqat bibe û bighêje 2 mîlyonan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.