NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SALVEGERA KOMKUJÎYA GARÊ DE CANGORÎ HATIN BIBÎRANÎN

Cangorîyên Komkujîya Gara Anqereyê, li cîhê ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

DI SALVEGERA KOMKUJÎYA GARÊ DE CANGORÎ HATIN BIBÎRANÎN

Di 10'ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrîşê “Mîtînga Aştî û Demokrasîyê” ya li Qada Garê kiribû û di êrişê de 104 kes jîyana xwe ji dest dabûn. Malbatên kesên di qetlîamê de jîyana xwe ji dest dabûn li pêşîya Gara Anqereyê pankarta wêneyên cangorîyên ku jîyana xwe ji dest dabûn li ser bûn hilgirtin û meşîyan. Malbat û birîndarên qetlîamê dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “wê roj were, dewran vegere, ji kujeran hesab wê bê pirsîn.” Malbatan navê kesên jîyana xwe ji dest dane yek bi yek xwendin û xelkên beşdarbûbûn bersiva “Li vir e” da û bîranîn di saet 10:04’an bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranîna 7’emîn a Qetlîamê de Seroka Komeleya Aştî û Demokrasîyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî axivî û wiha got: “Em her sal ji bo dengê êşa me bê bihîstin bîranînê pêk tînin û heya kujer bên darizandin em ê vê yekê bidomînin.” Bîranîn piştê axaftinanan bi danîna qerenfîlan a li pêşîya bîrdarîya temsîlî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.