GÜNDEM

DI SGKYÊ DE MESAÎYA ZÊDE, DIBE KU TEQAWÎDÎYA GELEK ÊN EYT’YÎYAN BETAL BIBE

Ji bo kesên di teqawîdîyê de rastê astengîya Temen hatibûn (EYT) mûçeya bên dest pêkirin mesaîya bi lez berdewam dike.

DI SGKYÊ DE MESAÎYA ZÊDE, DIBE KU TEQAWÎDÎYA GELEK ÊN EYT’YÎYAN BETAL BIBE

Ji bo kesên di teqawîdîyê de rastê astengîya Temen hatibûn (EYT) mûçeya bên dest pêkirin mesaîya bi lez berdewam dike.

Îqaz hat kirin ku ji ber vê mesaîa bi lez, dibe ku di miameleya EYTyîyan de çewtî pêk werin. Çavkanîyên Sazîya Ewlehîya Civakê (SGK) ragihandin ku ji bo di mehekê de karibin karê teqawîdîya 35-40 hezar kesî birêve bibe têra xwe karmendên pispor hene. Hat ragihandin ku ji bo kar û barên teqawîdîyê bi lez bên birêve birin, ji kesên ne pispor in re jî perwerde tê dayîn û bi wezîfeya lêkolînkirina dosyaya teqawîdîyê hatine wezîfedar kirin. Li gor nûçeya rojnameya Sozcuye, çavkanîyên SGKyê destnîşan dikin ku dibe ku dosyayên gelek kesên EYTyî xelet hatibin vekolîn kirin û ji ber ku xelet hatine teqawîd kirin di pêş de teqawîdîya wan betal bibe û deyndar derkevin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.