NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SONDOQEK HILBIJARTINA HERÊMÎ DE 350 HILBIJÊR WÊ DEN BIDE

Li gorê biryara YSK'ê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, roja destpêkirina salnameya hilbijartinê ya Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê wê 1'ê Çileya 2024'an roja Duşemê be.

DI SONDOQEK HILBIJARTINA HERÊMÎ DE 350 HILBIJÊR WÊ DEN BIDE

 

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di Hilbijartina Giştî ya Rêveberîya Herêmî ya ku wê di 31ê Adara 2024an de bê kirin de hejmara hilbijêrên li sindoqa herêmek wek 350 hilbijêr dîyar kir.

 

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê wê di 2yê Çileyê de partîyên ku dikarin beşdarê hilbijartinan bibin eşkere bike. Di 27’ê Çileya 2024’an de cîhê partîyên sîyasî di pusulaya dengan a hevgirtî de wê dîyar bibe.

Lîsteyên hilbijêran wê di 7'ê Sibatê de bi dawî bibe û destnîşankirina cîh û sindoqên ku hilbijêr lê deng bidin wê dest pê bike û ev pêvajo wê di 11'ê Sibatê de biqede. Lîsteyên dawî yên namzedan wê 3ê Adarê roja Yekşemê ji alîyê lîjneyên hilbijartinê yên bajaran û navçeyan ve bên eşkerekirin.

Propaganda û qedexeyên hilbijartinê wê 21ê Adarê dest pê bikin. Roja dengdanê wê roja yekşema dawî ya meha Adarê roja 31ê Adarê bê kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.