NÛÇEYÊN KURDÎ

DI WÎKÎFERHENGÊ DE KURDÎ BÛ ZIMANÊ 8'EMÎN Ê HERÎ DEWLEMEND!

Kurdî di Wîkîferhengê de zimanê farisî, tirkî û erebî derbas kir û bû 8'emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

DI WÎKÎFERHENGÊ DE KURDÎ BÛ ZIMANÊ 8'EMÎN Ê HERÎ DEWLEMEND!

Kurdî di Wîkîferhengê de zimanê farisî, tirkî û erebî derbas kir û bû 8'emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîzîyê, zimanê kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza 8'emîn a cîhanê de cih digire.

Kesê ku bi kurdî diaxive dikare peyvan li malpera ku xizmeta belaş dide, zêde bike. Lê belê peyvên ku li malperê têne zêdekirin piştî ku ji hêla 7 çavdêran ve têne vekolandin li ser rûpela fermî ya malperê têne parvekirin.

Piştê zimanên îngilîzî, fransî, malagasî, çînî, rûsî, yûnanî û almanî, zimanê kurdî di rêza 8'emîn de cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin. Di Wîkîferhengê de 67 hezar û 624 peyvên erebî, 104 hezar û 581 peyvên farisî û 359 hezar û 195 peyvên tirkî hene.

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî di rêza 8'emîn de cih digire. Lê belê peyvên zaravayên goranî, kirmanckî (zazakî) û lorî yên kurdî cih nagirin.

Li gor rûpela Wikipedia Îngilîzîyê, kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi milyonek û 2 hezar peyv û biwêjan piştê zimanê fînî û koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Muhammed Karwanî dîyar kir ku zimanê kurdî ji malbata zimanên hind û ewropî ye û got, "Li cîhanê zêdeyî 70 milyon kurd dijîn."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.