NÛÇEYÊN KURDÎ

DI WARGEHA KONTEYNIR Ê MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DE ŞEWAT DERKET

Di wargehên konteynir ê li Kayapinarê ku mexdûrên erdhêjê dimînin şewat derket.

DI WARGEHA KONTEYNIR Ê MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DE ŞEWAT DERKET

Di wargehên konteynir ê li Kayapinarê ku mexdûrên erdhêjê dimînin şewat derket.

Li konteynirên navçeya Kayapinara Amedê ya ku ji ber erdhêja Mereşê nêzê 900 mexdûrên erdhêjê lê dimînin, di saetên êvarê de ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.

Şewata ku di konteynerek de derket di demek kin de mezin bû û li 2 konteynirên din jî bandor bû. Mexdûrên erdhêjê piştê ku bi şewatê hay bûn bi zehmetî derketin devre piştre agahî dan tîmên agirtefê û tîmên tenduristîyê. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên agirtef, tenduristî û polês sewqê herêmê hatin kirin.

Ekîbên polêsan hatin li herêmê tedbîrên ewlehîyê girtin û ekîbên agirtefê midaxele kirin û şewata ku di konteyniran de derket vemirandin. Di şewata ku li konteyniran derket de 2 konteynir bi temamî şewitîn û 2 konteynir jî zirar dîtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.