NÛÇEYÊN KURDÎ

DIBE BUHAYÊN KÛRSÊN EHLÎYETÊ BIGIHÎJE 10 HEZAR TL’YÊ

Serokê Komeleya Perwerdeker û Kûrsên Ajovanê Îzmîrê Tolga Abaci derbarê nûçeyên buhayên ehlîyetê de daxuyanî da.

DIBE BUHAYÊN KÛRSÊN EHLÎYETÊ BIGIHÎJE 10 HEZAR TL’YÊ

Serokê Komeleya Perwerdeker û Kûrsên Ajovanê Îzmîrê Tolga Abaci derbarê nûçeyên buhayên ehlîyetê de daxuyanî da.

Abaci daxuyanîyê de wiha axivî: “Buhayên kûrsê, xercên azmûn û bacê dibe bigihîje 10 hezar TL’yê. Li gor rêziknameyê her sal di meha Mijdarê de buhayên malîyetê yên sala bê tên aşkerekirin. Sala borî lîtreya motorînê 9.81 bû lê di nava salê de motorîn gihaşt 25 TL’yê. Me ji bo nûkirina buhayan serî li Wezîrîya Perwerdehîyê kir lê serlêdana me nehat pejirandin. Ji ber van rewşan em wiha texmîn dikin ku di sala 2023’yan de buhayên kursê yên asta B’yê dê dora 6500 TL’yê be. Ev hejmar tevî xercên azmûn û bacan wê bigihîje 10 hezar TL’yê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.