NÛÇEYÊN KURDÎ

DIKANDARÊN LI AVASPÎ PIŞTÎ LEHIYÊ Bİ TENÊ HATIN HIŞTIN

MÊRDÎN - Li Avaspî ya li Nisêbînê lehî rabûbû û cafe û dikan di bin lehiyê de mabûn. Dikandar niha hewl didin ku alavên xwe xelas bikin.

DIKANDARÊN LI AVASPÎ PIŞTÎ LEHIYÊ Bİ TENÊ HATIN HIŞTIN

MÊRDÎN - Li Avaspî ya li Nisêbînê lehî rabûbû û cafe û dikan di bin lehiyê de mabûn. Dikandar niha hewl didin ku alavên xwe xelas bikin.

 Di 12-13’ê nîsanê de li Avaspî ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku wek cihê turîzmê û qada seyranê tê zanîn di bin lehiyê de mabû. Dikan û cafeyên dikandaran ku di bin avê de mabûn, xesarek mezin dîtin. Piştî vekişîna avê alavên dikandaran di bin ritamê de mane û nayên bikaranîn. Tevî ku çend roj bi ser lehiyê re derbas bûye jî ritam nehatiye paqijkirin û dikandar li ser ber dikanên xwe sekinîne û hewl didin tiştên xwe xelas bikin.

 Dikandaran da zanîn ku rayedaran li halê wan nepirsiye û xebata paqijkirinê nekirine û xemsar nêzî wan bûne. Dikandaran got ekîbên şaredariyê bêkêr mane û ew bi tenê hatine hiştin.

 Dikandaran anî ziman ku ji navçeya Midyadê li şûna ekîbên paqijiyê, cerdevan hatine şandin û Şaredariya Nisêbînê jî ekîban kêm şandiye û gotin: “Xesarek me ya mezin çêbûye.”

 Dikandaran dan zanîn ku wê sezona turîzmê dest pê bike û divê ew bi lez dest bi kare xwe bikin û xwestin tişta dikeve ser milê rayedaran bikin.(Çavkanî: M.A.)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.