NÛÇEYÊN KURDÎ

DIVÊ LI DIBISTANAN BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PERWERDEHÎ BÊ DAYÎN

Mamoste û malbatên xwendevanan derbarê nedayîna perwerdehîya bi zimanê zikmakî bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê.

DIVÊ LI DIBISTANAN BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PERWERDEHÎ BÊ DAYÎN

Mamoste û malbatên xwendevanan derbarê nedayîna perwerdehîya bi zimanê zikmakî bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê.

Îsal ji alîyê Wezîrîya Perwerdehîyê ya Netewî ji bo zimanê Kurdî 3 kontenjan hate veqetandin. Yek ji dêrçûyên Ziman û Wêjeya Kurdî Şevîn Kaya derbarê nedayîna mafê zimanê zikmakî ya li Tirkîyê bertek nîşan da û wiha axivî: “Bi destpêkirina serdema perwerdehîyê ya nû ya li Tirkîyê bi milyonan zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehîyê nikare bibîne. Wek hemû zarokên cîhanê divê zarokên Kurd jî bi zimanê zikmakî karibe perwerdehîyê bibîne. Divê Kurdî bibe zimanê fermî û xwendevan karibe bi zimanê zikmakî perwerdehî bibîne. Li gor daneyan li dibistanan îsal 20 hezar xwendevan dersa Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) bijart û ji bo 20 hezar xwendevanan tenê 3 mamoste hatin tayînkirin. Divê li gor daxwaz û hejmara xwendevanan mamoste werin tayînkirin. Xwendevanên ku dersa Kurdî bijartine divê mafê perwerdehîyê ji wan re bê dayîn.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.