NÛÇEYÊN KURDÎ

“DIVÊ PROJEYA MÛZE YA GIRTÎGEHÊ, JI ALÎKARÎYAN RE WEKIRÎ BE”

Odeya Mîmaran Şaxa Amedê, "Em dixwazin ku hûn îmkanên pêwîst ji me re peyda bikin da ku berîya ku rewşek bêserûber li kampusa girtîgehê rû bide, di demek herî nêz de em lêkolînê li qadê bikin!”

“DIVÊ PROJEYA MÛZE YA GIRTÎGEHÊ, JI ALÎKARÎYAN RE WEKIRÎ BE”

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê ya girêdayê Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) derbarê rewşa Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya ku hat ragihandin wê bibe mûze, civîneke çapemenîyê li dar xist.

 

Daxuyanîya bi sernavê "Em dipirsin, di Avahîya Hejmar 5 a Girtîgeha Leşkerî de ji Bajêr Çi Tê Veşartin?" ji alîyê endamê Komîsyona Girtîgehê ya Odeyê Şerefxan Aydin ve hat xwendin.

 

Şerefxan Aydin anî ziman ku ji bo nûjenkirin û guherandina Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, ku li wê derê gelek bûyerên sosret û êşkenceyên cûrbecûr hatine pêkanîn de li ser biryara wezaretê xebat destpêkiribûn, lê ne wan ne jî jûra endezyar û avahîsazan beşdar nekirine û nêrînên wan wernegirtine.

 

Aydin wiha berdewam kir: “Banga me ji sazîyên pêwendîdar re ev e; Em dixwazin ku hûn îmkanên pêwîst ji me re peyda bikin da ku berîya ku rewşek bêserûber li kampusa girtîgehê rû bide, di demek herî nêz de em lêkolînê li qadê bikin!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.