NÛÇEYÊN KURDÎ

DIZÊ KU LI AMEDÊ TELEFONÊN 4 JINAN DIZÎYABÛ HATE GIRTIN

Dizê ku li Amedê di nav 2 rojan de telefonên destan ên 4 jinan bi buhayê wan nêzê 88 hezar TL ye dizî, hate girtin

DIZÊ KU LI AMEDÊ TELEFONÊN 4 JINAN DIZÎYABÛ HATE GIRTIN

Hat tesbîtkirin ku gumanbarê dizîyê Mehmet A., 28 qeydên wî yên sûc hene.

Ekîbên polêsan derbarê gilîyên 4 jin ên ku di nav 2 rojan da telefonên wan ên li navçeyên Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê hatin dizîn, lêpirsîn da destpêkirin û hat dîyarkirin ku gumanbarê dizîyê Mehmet A. ye. Hat tesbîtkirin ku Mehmet A.’yê ku li nêzê mala wî hat zeftkirin û hat binçavkirin,

ji ber dizîyê 28 qeydên wî yê sûc hene. Mehmet A. yê ku piştê karên li midûrîyeta polêsan sewqê edlîyeyê kirin, hate girtin û şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.