NÛÇEYÊN KURDÎ

DOSYAYA ÎDÎANAMEYA DOZGERÎYÊ WEK SÛC HAT HESIBANDIN!

Di lêgerîna ku li buroya parêzerên rojnamegeran hat kirin de di nav 128 kesên ku di operasyona navenda wê Amed li 21 bajaran hat kirin de hatibûn binçavkirin, dosyaya îdianameyê ya dozgerîyê jî wek amûrekê sûc hat desteserkirin.

Li buroya parêzerê rojnamegerên girtî Resûl Temûr bi qasê 5 demjimêran lêgerîn hat kirin. Piştê lêgerînê hemû malzeme û dosyayên parastinê yên li buroyê hatin desteserkirin û îdîanameya ku ji alîyê dozgerîyê ve derbarê rojnamegeran de hatîye amadekirin jî weke amûrekê sûc hat desteserkirin.

OZDEMÎR: BAWERÎYA BI HIQÛQ Û DARAZÊ ROJ BI ROJ XERA DIBE

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî dîyar kir ku ev rewş mînaka helwesta keyfî ye û wiha got; Di çarçoveya lêpirsîna derbarê hevkarên me de, desteserkirina dosyaya dozê ya ku wan dişopînin weke delîl, weke delîl li pêşîya xebatên pîşeyî yên parêzerîyê ye." Ozdemîr anî ziman ku zextên li ser parêzvanan gelekî zêde bûne û got, “Bawerîya bi hiqûq û darazê roj bi roj xera dibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.