NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZ A 30’YÊ MIJDARÊ WÊ WERE DÎTIN JI TTB PEYAM

Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) berîya danişîna biryarê ya doza bi daxwaza betalkirina endamên Meclîsa Navend a Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) hatibû vekirin û wê di 30'ê Mijdarê de bê dîtin, civîna çapemenîyê li dar xist.

DOZ A 30’YÊ MIJDARÊ WÊ WERE DÎTIN JI TTB PEYAM

Serokê ÎTO'yê Nergîs Erdogan dîyar kir ku ev doz li dijî hiqûq û mantiqê ye û rewşa heyî ya li ser TTB û odeyên girêdayê wê weke "zext û gef" nirxand.

 

Erdogan balê kişan li ser pirsgirêkên di pergala tenduristîyê de û wiha axivî, “bijîjkan bi çûna derveyê welat çareserî dîtine. Wek Odeya Tabîban a Stenbolê em ê di 30ê Mijdarê de li Enqereyê bi rêvebirên xwe re bin. Li hemberê îhtîmala ji kar dûr xistinê em ê dest ji TTB’ê bernedin. Em ê xebatên xwe yên ji bo mafê bijîjkan bi hemû hêza xwe bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.