NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA ELÇÎ 8 CARAN HAT TALOQKIRIN, DAXWAZ HAT REDKIRIN

Di 8’emîn danişîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de biryara taloqkirina dozê hat dayîn.

DOZA ELÇÎ 8 CARAN HAT TALOQKIRIN, DAXWAZ HAT REDKIRIN

8'emîn danişîna doza ku 3 polês û yek PKK’yî ji ber qetilkirina Elçî dihatin darizandin danê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiribû.

 

Hemû daxwazên ku ji dadgehê re hatin kirin, bi taybetî jî hebûna bersûc û şahidan li cîhê sûc û girtina îfadeya wan, ji alîyê dozgêr ve careke din hatin redkirin.

Dadgehê daxwazên hat pêşkêşkirin red kir û danişîn taloqê 6'ê Adara 2024'an kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren piştê danişînê daxuyanî da û got, "Me careke din dît ku dadgerên serbixwe û bêalî ninin û tu hukmê me jî tine." Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîye Erinç Sagkan jî wiha axivî, "Ji îro pê ve me bi awayekî zelal fêm kir ku xemên me derketine holê. Di biryara îro de dadgehê biryara girtina pêşkêşkirina delîlan da. Ji bo vê yekê cîh nema. Ji dadgehê re cîhê revê nemaye û bi biryarên îro me ev yek bi zelalî dît. Em sazîyên hiqûqî ne, em ê di 6'ê Adarê de hemû pêvajoyan bişopînin û li vir bin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.