NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA MALBATA DEDEOGÛLLARI: DAXWAZA PARÊZERAN HATE REDKIRIN!

Di doza êrîşa li dijî malbata Dedeogûllari ku ji ber delîl li dijî ûsûlê hatine komkirin, hemû daxwazên parêzeran ên berîya niha hatibûn pêşkêşkirin, dîsa hatin redkirin.

7 ferdên Malbata Dedeogûllari di 30’ê tîrmehê de ji alîyê Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin. Danişîna 2’yemîn a doza li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hat.

Dadgehê daxwaza parêzeran a axaftina di navbera tetîkkêş Mehmet Altûn û personelê tenduristîyê de derbas bûyî li dosyayê bê zêdekirin, nehate qebûlkirin û danişîn taloqê 18’ê çileyê kir.

Piştê danişînê Malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û parlamenterê Partîya Çepên Kesk Alî Bozan li ber mala ku malbat lê hate qetilkirin û veguherandine muzeya şermê daxuyanî dan çapemenîyê.

Parêzer Atîlla Kart axivî û wiha got: “7 mirovên jîyana xwe ji dest dan li gorî me şehîdên demokrasîyê ne. Kurd heta ku heq, hiqûq, edalet, hiqûqa hemwelatîya wekhev ava bikin dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.