GÜNDEM

DOZA ÎŞKENCEYA LI ZAROK A LI LICÊ, POLÎSÊN BERSÛC TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛN

Di danişîna ewil a doza derbarê îşkenceya li navçeya Licê li Y.D. yê 14 salî hate kirin de hatibû vekirin, polîsên bersûc beşdar nebûn û daxwaza girtina polêsên bersûc hat redkirin.

DOZA ÎŞKENCEYA LI ZAROK A LI LICÊ, POLÎSÊN BERSÛC TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛN

Di danişîna ewil a doza derbarê îşkenceya li navçeya Licê li Y.D. yê 14 salî hate kirin de hatibû vekirin, polîsên bersûc beşdar nebûn û daxwaza girtina polêsên bersûc hat redkirin.

YD’yê 14 salî di 21’ê adarê de li navçeya Licê ya Amedê ji alîyê polêsan ve hatibû revandin û marûzê îşkenceyê bûbû.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji 5 polêsên hatibûn binçavkirin 3 jê hatibûn girtin. Piştê îtîraza parêzerên polîsan, her sê polês jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.

Danişîna ewil a doza derbarê polîs Î.A., E.O., G.B., A.O. û H.Ç. de hatibû vekirin li Dadgeha Ceza ya Aslîye ya Licê hate lidarxistin. Polîsên ku bi sûcdarîya “Bi zor û gefan kes ji mafê wî yê azadîyê bêpar hiştine” û “zerardane mal” tên sûcdarkirin tev li danişînê nebûn.

Malbata Y.D., parlamenterên Partîya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Halîde Turkoglû, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê di danişînê de amade bûn.

Dayik û bavê Y.D. yên di danişînê de mafê axaftinê wergirtin, dîyar kirin ku ji polîsên bersûc gilîkar in.

Y.D. yê bi pedagog re tiştên qewimîn vegot, wiha axivî, “Ez ji alîyê polêsan ve hatim girtin û li min dan û îşkence li min kirin. Ji min re gotin ‘Ji kurdan re heqaretan bike’ , ‘çêrê Abdûllah Ocalan bike û qeydê qemerayê dikirin.

Pişt re destên min bi kelemçeya plastîk girêdan û avêtim kêleka rê. Ez ji çalê derketim ser rê. Kesekî di rê de derbas dibû ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Polêsan ji min xwest ku ez gilîyê wan nekim. Lê ez gilîkar im.”

Dadgehê piştê navbereke kurt, biryar da ku parastina polêsan bi fermanê bê wergirtin û daxwaza girtina polêsan red kir. Her wiha biryar da ku şertên kontrola edlî yên polêsan berdewam bike û di danişîneke din de polês bên amadekirin û ji bo qeyda kameraya nava siwareyê ji Midurîyeta Polêsan a Bajêr re nivîs bê nivîsîn biryar hat dayîn. Danişîn taloqî 24’ê çileya 2024’an kir.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.