NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA WEQFA HÎRANÛRÊ DÎSA HAT TALOQKIRIN

Di danişîna doza Weqfa Hîranûrê ku damezrînerê wê Yusuf Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. zewicandibû û bibû sedema ku tecawizî wê bê kirin de biryar nehat dayîn û danişîn dîsa hat taloqkirin.

Danişîna 5'emîn a doza ku der barê Yusuf Ziya Gumuşel ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Hiranur a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye ku zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê hat lidarxistin.

Danişîna ku li bendê bû bi encam bibe ji ber parêzerên kiryaran li dijî helwesta dadgehê ji dozê vekişiyan danişîn taloqî 9'ê cotmehê hat kirin (MA)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.