NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎDRÎS BALÛKEN JI GIRTÎGEHÊ DERKET

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Îdrîs Balûken li ser cezayê lê hatibû birîn qediya, ji girtîgehê derket.

ÎDRÎS BALÛKEN JI GIRTÎGEHÊ DERKET

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Îdrîs Balûken li ser cezayê lê hatibû birîn qediya, ji girtîgehê derket.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê yê Berê Îdrîs Balûken, li ser cezayê lê hatibû birîn qediye, ji girtîgehê derket. Balûken ê dema Serokwekîlê Koma HDP'ê bû di 4'ê mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin û li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû darizandin û 9 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn.

Balûken, ê di danişîna 30'ê çileya 2017'an hate lidarxistin de derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn ji girtîgehê derketibû.

Lê li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 22 rojan di 21'ê sibata 2017'an de ji nû ve hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.

Balûkên li ser cezayê lê hatibû birîn qediya, piştî 6 sal 5 meh û rojekê ji Girtîgeha Sîncanê ku lê dihat ragirtin derket.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.