NÛÇEYÊN KURDÎ

DTSO: BIRYARA DERXISTINA WAN JI LÎSTEYA ÎXRACATÊ, ŞAŞ E

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya derbarê mijara ku Wezareta Bazirganîyê, Îraq û Îsraîl ji lîsteya bazarên ji bo îxracatê ya 2024an derxistin de wiha got,

"Sedem çi dibe bila bibe, derxistina wan ji lîsteya welatên îxracatê, biryareke şaş e.” Kaya dîyar kir ku bi giştî îxracata Amedê li herêmê 231 milyon dolar e û wiha got: "Ji vê 113 milyon û 380 hezar dolar bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re hatîye kirin. Ev jî ji sedî 50yê îxracata bajarê me ye.

Sînorên me bi Iraq û Herêma Kurdistanê re heye. Gelek şîrîketên mezin ên Tirkîyeyê li wir kar dikin. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, derxistina wan ji lîsteya welatên îxracatê, biryareke şaş e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.