NÛÇEYÊN KURDÎ

DU TIR JI PÊŞ VE LI HEV QELIBÎN: 1 JÊ ZAROK, 2 KES MIRIN

Li Rihayê di qezaya ku pêk hat de 2 TIRên erzaq û ceh barkirî li hev qelibîn, 2 kes jîyana xwe ji dest dan.

DU TIR JI PÊŞ VE LI HEV QELIBÎN: 1 JÊ ZAROK, 2 KES MIRIN

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku li 12emîn kîlometreya rêya Riha-Dîlokê pêk hat de ajokarê TIRê Halîl Akay li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da, Faruk Alkan ê 14 salî û Halîl Alkan jî bi giranî birîndar bûn.

Ji birîndaran Faruk Alkan ê ku rakirin nexweşxaneyê tevê hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku xetereya jîyana Halîl Alkan didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.