GÜNDEM

DYA DERBARÊ GEŞTYARÎYA TIRKÎYEYÊ DE DÛBARE HIŞYARÎ DA

Piştî şewitandina Qur’an a Pîroz li Swêdê, Amerîkayê hişyarîya xwe ya ewlehîyê ya "li hemberî êrîşên muhtemel ên tolhildanê yên li Tirkîyeyê" nûjen û dûbare kir.

Sefaretxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê welatîyên xwe yên li Tirkîyeyê dimîn li dijî "êrîşên terorîstî yên muhtemel" hişyar kir. Di daxuyanîyê de hat gotin, "Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) welatîyên xwe li hemberê êrîşên muhtemel ên tolhildanê yên terorîstan ên li dijî dêr, sînagog, nûnertîyên dîplomatîk ên li Stenbolê yan jî cihên din ên ku Rojavayî lê dijîn, bi taybetî herêmên Beyoglu, Galata, Taksîm û Îstîklalê hişyar û îqaz dike." Di daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Tirkîyeyê de bal hat kişandin ser "Êrîşên li dijî bîyanîyan û nîjadperestî û bêtehemûlîyên olî".

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.