NÛÇEYÊN KURDÎ

EBEDÎNOGLÛ: JI BER KU MESREF ZÊDE BÛYE ESNAF DI TENGASIYÊ DE NE

Serokê Sendîkaya Esnaf û Odeyan a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû pakêta desteka krediyê ji rojnameya Tîgrîs re nirxand.

EBEDÎNOGLÛ: JI BER KU MESREF ZÊDE BÛYE ESNAF DI TENGASIYÊ DE NE

Serokê Sendîkaya Esnaf û Odeyan a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû pakêta desteka krediyê ji rojnameya Tîgrîs re nirxand. Ebedînoglu, anî ziman ku ev 3 sal in esnaf di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha got: “Barê îstîhdamê li ser milê esnafanên me ne, ji bo esnaf li ser piya bimîne jî piştgirî û alîkarî jê re pêwist e." Ebedînoglû, anî ziman ku ji ber zêdebûna lêçûnên esnafan bandoreke neyînî li wan hatiye kirin û got, “500 hezar TL kredî jî têra esnafan nake. Divê kredîya kar û xebatê herî kêm bibe milyonek TL û kredîya karsazan jî bibe 3 mîlyon. Divê sînorên krediyê hinekî din bên zêdekirin û faîz bên daxistin. Her wiha divê kredî li ser bingehê sektorî bêne diyarkirin. Divê limîta krediya febrîqeyekê û kargeheke biçûk ne yek be, em li ser vê dixebitin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.