NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SEN A AMED: SALA PERWERDEYÊ YA 2023-24 BI PIRSGIRÊKAN DEST PÊKIR

Egîtîm Senê dîyar kir ku sala perwerde û hindekarîyê ya nû bi pirsgirêkên nehatine çareserkirin dest pê kirîye.

EGÎTÎM SEN A AMED: SALA PERWERDEYÊ YA 2023-24 BI PIRSGIRÊKAN DEST PÊKIR

Egîtîm Senê dîyar kir ku sala perwerde û hindekarîyê ya nû bi pirsgirêkên nehatine çareserkirin dest pê kirîye.

Egîtîm Senê têkildarî sala nû ya perwerde û hindekarîyê daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêkan.

Di daxuyanîyê de Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Amedê Songul Can Şîmşek axivî û wiha got, “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekê mirovan e. Ji bo pêşketina zîhnî ya zarokan, qebîlîyeta hînkirinê û nasnameyeke bitendurist, yek ji şertên sereke ye. Her wiha rêgeza sereke ya zanista pedagojîyê ye. Bêparhiştina zarokan a ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bandoreke neyînî ya zîhnî dike.”

Şîmşek bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên li dibistanan û wiha got: “Ev bîst sal in mesrefa dê û bav a ji bo perwerdehîya zarokê xwe, qat bi qat zêde bûye. Dibistanên giştî yên ku ji ber kêmbûna bûdceya ji bo perwerdeyê hatîye veqetandin, demeke dirêj neçar mabûn pêdivîyên xwe bi cih bînin, di bêrîka dê û bavan de li çareserîyê digerin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.