NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SEN AMED: POLÊN LI AMEDÊ QELEBALIX IN

Egîtîm Sen a Şaxa Amedê di rapora xwe ya nîv dema xwendinê ya 2023-2024an de dîyar kir ku "Li bajarê me ji sedî 87ê polên dibistana qelebalix in."

EGÎTÎM SEN AMED: POLÊN LI AMEDÊ QELEBALIX IN

 

Egîtîm Sen a Şaxa Amedê di rapora xwe ya nîv dema xwendinê ya 2023-2024an de dîyar kir ku "Li bajarê me ji sedî 87ê polên dibistana qelebalix in."

 

Di rapora ku ji alîyê Egîtîm Sen a Şaxa Amedê ve hatîye amadekirin de wiha hat gotin: “Pirsgirêkên pergala perwerdehîyê yên li Tirkîyeyê wekê her sal îsal jî bandoreke neyînî li bi milyonan xwendekar, malbat û xebatkarên perwerdeyê dike.

 

Li Tirkîyeyê perwerde êdî ne xizmeteke giştî ye, lê ji bo taybetkirin û olîkirina wê hewl tê dayîn; Polîtîkayên perwerdehîyê li ser îdeolojîyên zayendperest têne çêkirin. Zarokên ku zimanê wan ê zikmakî ne Tirkî bû, di pergala perwerdehîyê de di rewşa neyînî de bûn. "Ger em li ber çavan bigirin ku hejmara dersên bê qelebalix 20 an jî kêmtir e, em dikarin binirxînin ku li bajarê me ji sedî 87 pol qelebalix in."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.