NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SEN BANG LI OSYMÊ KIR: JI VÊ ÇEWTÎYÊ VEGERIN!

Cihên îmtîhanê yên gelek xwendekarên ku wê di 17-18ê Hezîranê de li Amedê têketana ezmûna YKSê, ji ber ku cîyê ezmûna wan neqlê bajarên wekî din hatîye kirin, xwendekar mexdûr bûn in.

Hevseroka saxa Hejmara 1emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Emîne Akşahîn, bertek nîşanê vê rewşa xwendekaran da û wiha got, "Em dixwazin ev pêngava ku encamên wê yên neyînî li xwendekaran dike, tavilê bê nirxandin û xwendekar li cîyê xwe têkevin ezmûnê. Akşahîn bi bîr xist ku piştê erdhejê xwendekar ji perwerdeyê dûr ketine û wiha berdewam kir, “Xwendekarên me, xwe ji bo ezmûnê amade dikin û stresa vê ezmûnê pir zêde ye. Ji bilî vê stresa îmtîhanê, heyecan û stresa ku wê ji ber girtina îmtîhanê li bajarên din ji bilî wan bajaran ku tê de ne, wê bibe sedema encamên neyînî. Em dixwazin ev pêngava ku encamên wê yên neyînî li xwendekaran dike, tavilê bê nirxandin û xwendekar li cîyê xwe têkevin ezmûnê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.