NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM-SEN: "EM BI HEV RE DIKARIN VÊ FERZKIRINA YEKRENGÎ TÊK BIBIN"

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li dijî ferzkirina pêşmalkên mamosteyan a ku ji alîyê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) ve hatîye ferzkirin, bangewazî kir.

EGÎTÎM-SEN:

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li dijî ferzkirina pêşmalkên mamosteyan a ku ji alîyê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) ve hatîye ferzkirin, bangewazî kir.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn meha borî ji mamosteyan xwest ku pêşmalkên spî li xwe bikin û talîmat ji walîtîyan re şandibû.

Wezîr Tekîn ku li ser bertekan got 'ne mecbûrî ye, em teşwîq dikin' û piştê vê yekê biryar da ku di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de ji hemû mamosteyan re pêşmalkên spî bişînin.

Ji ber vê sedemê Egîtîm Senê ji hemû mamosteyan re peyam şand û got, “Mamosteyên delal! Nabe ku em Pîvana Bedenê ji bo Pêşpirtikan bidin û Em ferzkirina cil û bergên yekreng qebûl nekin!”

Di berdewamîya daxuyanîya xwe ya nivîskî de jî Egîtîm-Senê wiha got: “Em bang li Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn dikin! Pereyên ku hûn ê ji bo pêşmalkên spî xerc bikin, ji bo camên şikestî yên dibistanan, pirsgirêkên paqijîyê an pirsgirêkên xwarinê yên xwendekarên me çareser bikin! Em bawer dikin ku em ê bi hev re bikaribin vê ferzkirina yekrengî têk bibin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.