NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM-SEN: SEDEMÊN ÎSTÎFAYÊN YA LI YOKÊ EŞKERE BIKIN

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) di derbara îstîfa û ji kar avêtinên 10 rojên dawî de, ji Sazîya Xwendina Bilind (YOK) agahî xwest.

EGÎTÎM-SEN: SEDEMÊN ÎSTÎFAYÊN YA LI YOKÊ EŞKERE BIKIN

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) di derbara îstîfa û ji kar avêtinên 10 rojên dawî de, ji Sazîya Xwendina Bilind (YOK) agahî xwest. Egîtîm-Sen di derbara mijarê de daxuyanîyeke nivîskî da û bal kişand ku ji bo sedemên îstifayan ti daxuyanî nehat dayîn. Di daxuyanîyê de hat îdîakirin ku endamên Egîtîm-Senê, li ser mijarên ku nîqaş nekirine û biryar negirtine lê mecbûr mane îmze bikin. Hat bi bîr xistin ku kesên ku ji kar hatin avêtin, di prosedûrên wekhevkirina dîplomeyên zanîngehan de bi rişwetê hatine girtin û her wiha hat îdîakirin ku ji bo wezîfeyên ku hatine valakirin, kesên nêzê weqfa TÛRGEV û ENSAR’ê hatine wezîfedarkirin. Hat ragihandin ku li ser van îdîayan heta niha YOK’ê ti daxuyanî nedaye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.