NÛÇEYÊN KURDÎ

EM DERMANFIROŞ DÊ NEKARIBIN LI BER XWE BIDIN

Dermanfiroş ji bo serarastkirina biryarnameya buhayên dermanan kêm dîtine li bajarên Turkiyê biryara kar berdanê girtin.

EM DERMANFIROŞ DÊ NEKARIBIN LI BER XWE BIDIN

Dermanfiroş ji bo serarastkirina biryarnameya buhayên dermanan kêm dîtine li bajarên Turkiyê biryara kar berdanê girtin.

Nûkirina ku di meha Tîrmehê de diyarkirina di buhayên biryarnameyên dermanan de rêjeyên qezenca wan diyar dike kêm bûye. Dermanfiroş diyar kirin ku rojên pêş de dê bernameya çalakiya xwe aşkere bikin û ji bo gel ji xizmeta dermanxaneyê bêpar neminin dê dermanxaneyên nobedar vekirî bin. Seroka Odeya Dermanfiroşên Stenbolê Pinar Ozcan daxwaza nûkirina buhayên biryarnameyê kir wiha axaftina xwe domand: “Heke daxwaza me neyê kirin em ê nekaribin li ber xwe bidin. Barema TL’yê ku qezenca dermanfiroşan diyar dike bareme 13 salan bere ye. 10 TL’ya 13 salan bere 10 TL’yê îroyîn nîn e. Qezenca me di her nûkirinê de dihele. Divê navbera nûkirin û enflasyonê de hevsengiyek hebe. Ji bo ku em mafên xwe bi dest bixin me biryara vê çalakiyê girt.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.