NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM HUKÛMETÊ BIDEST BIXIN EM Ê HEMÛ PENABERAN BIŞÎNIN WELATÊ WAN”

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokomarîyê de daxuyanî da.

“EM HUKÛMETÊ BIDEST BIXIN EM Ê HEMÛ PENABERAN BIŞÎNIN WELATÊ WAN”

Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokomarîyê de daxuyanî da.

Kiliçdaroglû, dîyar kir ku Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, bi propagandaya reş kirinê di mîtîngên xwe de vîdeoyên montajkirî dide temaşe kirin.

Di berdewama daxuyanîya xwe de jî Kiliçdaroglû wiha got, “Ma tu bû yê ku gelek caran bi rêxistinên terorî re li ser heman maseyê rûniştî? Ne te li pişt perdeyê ji miletê me veşartî, gotûbêj dikir.  Ez tu carê bi rêxistinên terorî re li ser maseyekê rûneniştim e û ez ê tu carê jî bi wan re li ser maseyekê ne civim. Kiliçdaroglû yê ku got, “Em hukûmetê bidest bixin em ê 10 mîlyon penaberan bişînin welatê wan” di berdeewamîyê de jî got, “Ger hukûmet di destê wan de bimîne wê 10 milyon penaberê yên din jî werin Tirkîyeyê. Ew ê dolar bibe 30 lîre.

Ji ber bihabûna nanê hişk wê sefalet û xizanî xerabtir bibe.” Kiliçdaroglû bang li hilbijêran kir ku divê li ser sindoqekê herî kêm 5 kes bibin muşahîd. Em ê herî kêm mîlyonek însan li ser sindoqa bin û em ê sindoqan biparêzin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.