AMED

EM Jİ BO AMEDSPORE SER RÊYA ŞAMPÎYONÊDA SERKEFTİN DIXWAZIN

Hin kesan îdia kirin ku Amed Radio TV piştgirî nedaye AmedSporê. Di bersiva wan îdiayan de; “Em jî beşdarî kampanyaya piştgiriyê ya ji bo Amedsporê bûn û 30 hezar TL me piştgirî da. Her wiha me bi tîma xwe ya ji 13 kesan pêk tê 4-5 maçên Amedsporê bêpere kişandin û weşandin.

Li ser kesên ku dibêjin em piştgiriyê nadin Amedpsor;

Li ser banga piştgiriya aborî ya ji bo Amedsporê, ku şanaziya bajarê me û heta herêma me di futbolê de ye, em wek Amed Radio TV, di rêya şampiyoniya Amedsporê de bi qasî ku ji destê me tê 30 hezar TL alîkariya xwe didomînin. Weke ku tê zanîn me wek piştgiriya teknîkî 4-5 maçên ku li stadyuma Diyarbekirê hatin lîstin bi tîma xwe ya ji 13 kesan pêk dihat kişandin û pêşkêşî temaşevanan kir. Weke malbata Amed Radio TV em ê piştgiriya Amedsporê bidomînin.

Amed Radio TV û Amedspor saziyên bira ne ku navê kevnar ê vî bajarî li xwe kirine. Ev saziyên ku yekane armanca wan xizmetkirina gel û bajarê xwe ye, balê dikişînin ser serkeftinê û xwedî erk in ku navê xwe yê qedîm li paşerojê hildin.

Em di wê baweriyê de ne ku Amedspor dê bibe şampiyon û em hemû tîmê pîroz dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.