NÛÇEYÊN KURDÎ

EMÎNE ŞENYAŞAR: EDALET BI PIŞTEVANÎYÊ TÊ

Emîne Şenyaşar di roja 778’an a Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Heke em piştevanîya hev bikin dê edalet jî bê.”

EMÎNE ŞENYAŞAR: EDALET BI PIŞTEVANÎYÊ TÊ

Emîne Şenyaşar di roja 778’an a Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Heke em piştevanîya hev bikin dê edalet jî bê.”

Çalakîya Malbata Şenyaşar, li ber Edlîyeya Rihayê di roja 778’an de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Ev nêzî 3 sal in ez ji bo edaletê li vir rûdinim. Edalet li cem vê hikûmetê tune ye. Heke mirov xwedî dîn û îman be, heke mirov ji gunehan bitirse edalet dibe.

Heke ev tune bin, edalet jî nabe. Divê em hev bi tenê nehêlin. Heke em piştevanîya hev bikin dê edalet jî pêk bê. Heke em vê nekin, dê bêedaletî her bidome. Çi dibe bila bibe heta ku kurê min tê berdan ez ê ji vir neçim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.