NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM Ê TI CARÊ HEWLANÊN JIBÎRKIRINA MEREŞÊ QEBÛL NEKIN”

Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) derbarê Komkujîya Mereşê ya 45 sal berê ku yek ji komkujîyên herî bi xwîn ên dîroka welat e, daxuyanîyek parvekir.

“EM Ê TI CARÊ HEWLANÊN JIBÎRKIRINA MEREŞÊ QEBÛL NEKIN”

 

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku piştê komkujîyê demografîya a Mereşê hatîye guhertin û wiha hat gotin, "Ev erdnîgarî ne bûye welatekî ku Elewî di nava vê dema ku derbas bû de bi ewlekarî û aştîyê bijîn.

Hêzên li pişt vê komkujîyê ku rêxistineke dewleta kûr e, nehatine eşkerekirin.

Plansazên qetlîamê yên ku berpirsyarîya wan a sîyasî û rastîn hebû, tevê hemû delîlan nehatin darizandin.

3 parêzerên mexdûrên Qetlîama Mereşê, bi kuştinên kiryar nedîyar ve hatin qetilkirin.

Hemû kujerên vê qetlîamê ku bi cezayê muebetê dihatin darizandin jî serbest hatin berdan. Ji bo qetlîamên nû neyên holê, em ê ti carê hewldanên jibîrkirina Mereşê qebûl nekin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.