NÛÇEYÊN KURDÎ

“EM TIŞTEK BIKIRIN TIŞTEK DINÊ DIMÎNE, MA EV JÎYAN E?”

Welatîyên ku ji ber krîza aborî ya li Tirkîyeyê rojên dijwar derbas dikin gotin ku "Bi pereyê ku em bi şev û roj dixebitin tenê dikarin tenekeyek rûn bistînin."

“EM TIŞTEK BIKIRIN TIŞTEK DINÊ DIMÎNE, MA EV JÎYAN E?”

Welatîyên ku ji ber krîza aborî ya li Tirkîyeyê rojên dijwar derbas dikin gotin ku "Bi pereyê ku em bi şev û roj dixebitin tenê dikarin tenekeyek rûn bistînin." Li gor daneyên Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), enflasyona salane ji sedî 186 zêde bû. Dema hemû madeyên xwarinê yên bingehîn hatin bilindkirin, hêza kirînê ya welatîyan kêm bû. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê welatîyên ku ji bo dan û stendina erzan a çûn bazarê, ji ber bihabûna zêde bertek nîşanê qeyrana kûr a aborî dan. Welatî anî ziman ku çend sal berê bi 50 TL dihatin bazarê û gelek pêdivîyên malê distendin. Lê niha bi hezar TL’yan jî tenê dikarin çend tiştan bikirin û berdewam kirin; “Em tenê xwarinên pêwîst distîstînin, lê ji ber ku pere têr nake em nikarin ya duyemîn bikirin. Zarokên me diçin dibistanê, em nikarin pêdivîyên wan ên dibistanê jî bi cîh bînin. An em ê ji zarokan re malzemeyên dibistanê nekirin an jî em ê ji malê re xwarinê nekirin. Ger em yek bikin, yê din dimîne. Ma ev jîyan e?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.