NÛÇEYÊN KURDÎ

ENCAMÊN HILBIJARTINA PARLEMENTOYÊ JI ROJNAMEYA FERMÎ RE HAT ŞANDIN

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, encamên dawî yên Hilbijartina Giştî ya Wekîltîya Serdema 28an eşkere kir.

ENCAMÊN HILBIJARTINA PARLEMENTOYÊ JI ROJNAMEYA FERMÎ RE HAT ŞANDIN

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, encamên dawî yên Hilbijartina Giştî ya Wekîltîya Serdema 28an eşkere kir.

Yener dîyar kir ku encam ji Rojnameya Fermî re hatine şandin da ku bên eşkerekirin. Yener di daxuyanîya xwe de wiha berdewam kir, “Derbarê Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28’an a di 14’ê Gulana 2023’an de pêk hat, pêvajoya îtîrazê ya awarte di 28’ê Gulana 2023’an demjimêr di 17.00’an de bi dawî bû, û komîteya me di civîna xwe ya 29’ê Gulana 2023’an de îtîrazên awarte nirxand û bi dawî kir.

Di encama hilbijartinan de AK Partîyê 268, Partîya Refahê 5, MHPê 50, Partîya Çepên Kesk 61, Partîya Karkerên Tirkîyeyê 4, Partîya CHPê 169 û ÎYÎ Partî  jî 43 parlementer qezenc kirin. Ji bo demokrasîya Tirkîyeyê li ser xêrê be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.