NÛÇEYÊN KURDÎ

ENCAMÊN WARGEH YÊN KYK’Ê HATIN EŞKER KIRIN

Encamên serîlêdana Wargehên Sazîya Kredîyê û Wargehan (KYK) ya sala xwendinê ya 2023-2024an hat eşkerekirin.

ENCAMÊN WARGEH YÊN KYK’Ê HATIN EŞKER KIRIN

Encamên serîlêdana Wargehên Sazîya Kredîyê û Wargehan (KYK) ya sala xwendinê ya 2023-2024an hat eşkerekirin.

Wezîrê Ciwanî û Sporê Dr. Osman Aşkin Bak, derbarê mijarê de  got, "Ciwanên delal; Encamên bicihbûna we ya li wargehê hatine eşkerekirin! Îsal her çend di dîroka xwe de daxwaza serlêdanê ya herî zêde hatibe kirin jî, me bi rêjeya yekem ji sedî 87 rekorek nû şikand! Hûn bi xêr hatin mala xwe!"

Xwendekar wê ji e-dewletê encamên serîlêdana xwe ya wargehê hîn bibin. Xwendekar wê heta 15ê Îlonê demjimêr 23.00an qeyda xwe bikin. Hat dîyarkirin ku qeydên xwendekarên ku di dawîya vê heyamê de pereyên xwe nedin wê bên jêbirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.