NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN, BI SEROKKOMARÊ ÎRANÊ VE BI TELEFONÊ AXIVÎ

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bi têlefonê derbarê nakokîyên Îsraîl û Hamasê û aştîyê da axivî.

ERDOGAN, BI SEROKKOMARÊ ÎRANÊ VE BI TELEFONÊ AXIVÎ

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bi têlefonê derbarê nakokîyên Îsraîl û Hamasê û aştîyê da axivî.

 

Di parvekirina ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatîya Ragihandinê hat parvekirin de, di hevdîtinê de alozîya di navbera Îsraîl û Filistînê, zêdebûna rageşîya li herêmê û gavên ji bo çareserîyê bên avêtin hatin nirxandin.

Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku di demeke herî kurt de bidawîkirina pevçûnan ji bo aştîya herêmê û cîhanê girîng e û anî ziman ku Tirkîye ji bo gihandina alîkarîyên mirovî yên ji bo Gazeyê gelek hewl dide.

Her wiha Erdogan dîyar kir ku divê ji gavên ku rageşîyê zêde dikin xwe dûr bixin û destnîşan kir ku di mijara Îsraîl-Filistînê de ji herdu alîyan ve gavên erênî bên avêtin dikarin çareserîyeke mayînde pêk bînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.