NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN BIRYARA HILBIJARTINA 2023AN ÎMZE KIR, HILBIJARTIN DI 14Ê GULANÊ DE YE

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryara derbarê Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28emîn îmze kir.

Erdogan piştê îmzekirina biryara hilbijartinê, li Kulliyeya Serokomariyê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Gelê min ê hêja, endamên hêja yên çapemeniyê, ez we bi hestên xwe yên ji dil silav dikim. Min biryara nûkirina hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên 14ê Gulanê ku divê di 18ê Hezîrana 2023an de were kirin, bi rayeya ku xala 116ê ya Destûra Bingehîn daye, îmze kir. Bi taybet piştî vê biryara ku dê sibê di Rojnameya Fermî de bê weşandin Lijneya Bilind a Hilbijartinê dê dest bi salnameya hilbijartinê ya 2 mehan bike. Li gor vê yekê ez hêvî dikim ku gelê me di 14ê Gulana 2023an de, piştê 2 mehan roja Yekşema ewil, ji bo hilbijartina serokkomar û parlementerê xwe biçe ser sindoqan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.