NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN DERBARÊ DEMÎRTAŞ DE GOT, “EW ZATÊ LI EDÎRNYÊ DIMÎNE NE KURD E”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya li Amdê hat lidarxistin de axivî.

ERDOGAN DERBARÊ DEMÎRTAŞ DE GOT, “EW ZATÊ LI EDÎRNYÊ DIMÎNE NE KURD E”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya li Amdê hat lidarxistin de axivî.

Erdogan di axaftina xwe de hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bêyî ku navê wî eşkere bike hedef girt û got: “Gelo tu eleqeya wî zatê li Hefsa Edîrneyê bi Kurdîtiyê re heye? Naxêr, Ew zilam ne Kurd e.”

Erdogan di berdewama axaftina xwe de jî, hem Demîrtaş û hem jî hevserokê niha yê HDPê Mîthat Sancar hedef nîşanda û got: "Naxêr, eleqeya wan bi kurdîtiyê re nîne, lê birayên min ên kurd jî îstîsmar dike."

Ji ber van gotinên Erdogan, Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da û got, “Hela hûn dev ji viya û wîya berdin, ger hûn careke din hatin Amedê, bipirsin bê ka "diz kî ye?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.