NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN: HEJMARA MIRÎYAN DERKET 41 KESAN

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di teqîna di kana madenê ya li Amasraya navçeya Bartînê de hejmara miriyan derket 41an.

ERDOGAN: HEJMARA MIRÎYAN DERKET 41 KESAN

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di teqîna di kana madenê ya li Amasraya navçeya Bartînê de hejmara miriyan derket 41an. Serokkomar Erdogan li navçeya Amasraya Bartînê ku do qezaya madenê lê qewimî bû, li kana aîdî Saziya Komirê ya Amasrayê ya Tirkiyeyê lêkolîn kir. Erdogan li vir daxuyanî da û got, “Ev teqîn çawa çêbûbe û eger hebe, kî berpirsyar e wê, ji aliyê lêkolînên îdarî û edlî ve wê were eşkerekirin. Jixwe ev lêpirsîn bi awayekî pir alî hatiye destpêkirin. Me dixwest ewil em xwe bigihînin xebatkarên xwe yên di jêrzemînê de. Lê herî dawî em gihîştin karkerê xwe yê 41ê. Nexasim wî jî wefat kirî ye. Hejmara şehîdên me ku beriya niha weke 40 kes hatibû ragihandin, bû 41. Rehma Xwedê li wan hemûyan be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.