NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN: PIRGIRÊK NE YA ABORÎ YE, PIRGIRÊK A PSÎKOLOJÎK

Serokkomar Erdogan derbarê lêçûna zêde ya jîyanê de dibêje "pirsgirêk ne aborî, derûnî ye.”

ERDOGAN: PIRGIRÊK NE YA ABORÎ YE, PIRGIRÊK A PSÎKOLOJÎK

Serokkomar Erdogan derbarê lêçûna zêde ya jîyanê de dibêje "pirsgirêk ne aborî, derûnî ye.”

Lijneya Wezîran a Serokkomarîyê do bi serokatîya Serokkomar Erdogan civîya. Piştê hevdîtinê Serokomar Erdogan daxuyanî da. Erdogan di daxuyanîya xwe de wiha got, "Em ê bi şêwra hevkarên xwe yên îtîfaqê, bi vekirina parlementoya xwe re xebatên xwe yên ji bo rizgarîya ji qanûnên darbeyê û bi qanûna sivîl a layiqê demokrasîyê bidin dest pê kirin.”

Serokkomar Erdogan derbarê enflasyon û malîyeta jîyanê da wiha got: "Di etîket û reklaman da bihayekî zêde heye. Her zêdekirina heqdestê karmendan nayê qutkirin, zêdekirin di her xizmetê da xuya dike. Ferqa bihayê heman berhem û xizmetê li cihên cuda zêde dibe. Ev tê wê wateyê ku em bi motîfeke bihabûnê re rû bi rû ne. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêk ne aborî ye, pirsgirêk psîkolojîk e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.