NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN ‘PLANA PÊŞKETINÊ YA 12EMÎN’ PARVEKIR

Erdogan dîyar kir ku ew ê îro Plana Pêşketinê ya 12emîn pêşkeşê Meclîsê bikin.

ERDOGAN ‘PLANA PÊŞKETINÊ YA 12EMÎN’ PARVEKIR

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ew ê îro Plana Pêşketinê ya 12emîn pêşkeşê Meclîsê bikin.

 

Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir ku wan xebatên xwe bi vîzyona 2053an û Plana Pêşketinê ya 12emîn a ku nexşerêya 5 salên pêş ên Tirkîyeyê eşkere dike, temam kirine.

 

Her wiha Erdogan dîyar kir ku plansazîya geşepêdanê ya 5 salan a ku bi aqil û bi tevkarîya sazîyên sivîl, rêxistinên pîşeyî û karsazan hatîye amadekirin ji 5 şaxên sereke pêk tê û wiha rêz kir, "Mirovên jêhatî, malbateke xurt, civakeke saxlem, bi îstiqrar, mezinbûn, aborîya xurt. Hilberîna reqabetê ya bi veguherîna kesk û dîjîtal re. Mekanên jîyanê yên li dijî felaketan, hawîrdora domdar. Em bi rêvebirina baş a demokratîk a li ser bingeha edaletê ve girêdayî ne."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.