NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN: PROJEYA ME YA ÇÛNDINA ÎSRAÎL’Ê ME BETAL KIR, EM NAÇIN

Serokkomar Erdogan got ku, "Projeya me ya çûna Îsraîlê betal bû, em naçin."

ERDOGAN: PROJEYA ME YA ÇÛNDINA ÎSRAÎL’Ê ME BETAL KIR, EM NAÇIN

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan got, "Projeya me ya çûna Îsraîlê betal bû, em naçin."

 

Serokkomar Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya partîya xwe da derbarê rojevê da daxuyanî da û ji bo şerê Îsraîl-Filistînê wiha got: "HAMAS ne rêxistineke terorê ye, rêxistineke azadîxwaz û mucahidîn e ku ji bo parastina ax û welatîyên xwe têdikoşe."

 

Erdogan her wiha dîyar kir, berîya her tiştê divê hemû alî destên xwe ji çekan berdin û demildest agirbest bê ragihandin.”

 

Erdogan anî ziman ku di jîyana xwe tenê carek li Avahîya Tirk ya li Amrîkayê destê Netenyahu hêjandîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wî îradeya me ya qenc xerab kir. Projeya me hebû ku em biçin Îsraîlê, lê me betal kir."

 

Ji alîyê din ve Erdogan dîyar kir ku rêziknameya girîng a ku wan wek Serokkomarî pêşkeşê TBMMê kirine, butçeya sala 2024an e û destnîşan kir ku ew vê pêşnûmeya ku butçeya 6emîn a Pergala Hikûmetê ya Serokkomarîyê ye wek gavek hem pêşeng û hem jî temamkirina armancên wan ên aborî yên navîn û demdirêj e dibînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.