NÛÇEYÊN KURDÎ

EREN: DI WEZÎFEDARKIRINA ÎŞKUR DE ERÊKIRINA AKP’Ê HEYE?

Parlamenterê HEDEP'ê yê Amedê Serhat Eren, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir û îdîa kir ku kesên bi rêya ÎŞKUR'ê li Navçeya Çûngûşê hatine wezîfedarkirin, bêyî ku pûanên KPSS'ê bipirsin û bêyî hevdîtinê bên kirin, hatine wezîfedarkirin.

EREN: DI WEZÎFEDARKIRINA ÎŞKUR DE ERÊKIRINA AKP’Ê HEYE?

Parlamenterê HEDEP'ê yê Amedê Serhat Eren, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir û îdîa kir ku kesên bi rêya ÎŞKUR'ê li Navçeya Çûngûşê hatine wezîfedarkirin, bêyî ku pûanên KPSS'ê bipirsin û bêyî hevdîtinê bên kirin, hatine wezîfedarkirin.

Eren di pirsnameya xwe de xwest ku Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan bersiv bide û wiha anî ziman, "Li gorê agahîyên ku dane min, hat ragihandin ku ji her gundê Çûngûşa Amedê 7-8 kes bi rêya ÎŞKUR'ê hatine wezîfedarkirin û ev karker li sazîyên dewletê, dibistan, mizgeft û malên şînê hatine wezîfedarkirin. Dîsa li gorê agahîyên ku dane min, hat gotin ku ev karker bi erêkirina serokatîya AKP'ê ya navçeyê, xizmên endamên AKP'ê û xizmên eşîrên nêzê partîyê hatine kirin û di dema wezîfedarkirinê de pûanên KPSS'ê nehatine xwestin û ti hevdîtin nehatine kirin.

” Eren di pirsnameya xwe de wiha pirsî: “Li navçeya Çûngûşê di sala dawî de bi rêya ÎŞKURê çend kes hatine îstihdamkirin? Çima ji kesên ku bi rêya ÎŞKURê li sazîyên dewletê tên wezîfedarkirin pûanên KPSS'ê nayên xwestin? Li navçeya Çûngûşê di pêvajoya îstîhdamê de çend kesan ji bo karên pêwendîdar serî lê dan? Di dema pêvajoya îstîhdamê de hevdîtin hebû?

Ger hebe, di hevdîtinê de çend kes kêm maye? Maweya peymanên kar çî ye? Îdîayên ku dibêjin karker bi erêkirina Serokatîya Navçeya Çûngûşê ya AKP'ê hatîye kirin û xizmên endamên meclîsa AKP'ê û eşîrên nêzê AKP'ê hatine wezîfedarkirin rast in? Gelo hûn ê ji bo lêkolînkirina îdîayan û betalkirina wezîfedarkirina neqanûnî lêpirsînê bidin destpêkirin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.