NÛÇEYÊN KURDÎ

EREN, XETEREYÊN GES’A LI ERXENÎYÊ ÇÊDIBE PIRSÎ

Derbarê Santrala Tavê (GES) ya ku di nav sînorên Navçeya Erxenîyê de wê bê çêkirin da ku wê ji qadên çandinî, mêrg û hawîrdorê re bibe sedema xetereyan an na de ji Meclîsê re pirsnameyek hat pêşkeşkirin.

EREN, XETEREYÊN GES’A LI ERXENÎYÊ ÇÊDIBE PIRSÎ

 

Parlamenterê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) yê Amedê Serhat Eren, derbarê santrala tavê ya ku li Navçeya Erxenî ya Amedê tê çêkirin de, ji bo ku Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Siruştî Alparslan Bayraktar bersiv bide pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir.

Eren di pirsnameya xwe de pirsa ku qada ku tesîs lê bê çêkirin niha ji bo çi tê bikaranîn, dûrahîya zevîyên çandinîyê û mêrgan çî ye û rapora analîzê ya li ser xetereyên ku wê ji bo hawîrdorê çêbike pirsî. Eren di pirsnameya xwe de wiha pirsî, “Gelo di derbarê xetereyên ku tesîsê derdixin de raporeke berfireh a analîza rîskê hatîye amadekirin?

Di derbarê xetereyên ku ji hêla tesîsê ve têne derxistin wê tedbîrên çawa bêne girtin?

” Hate dîyarkirin ku Santrala Tavê ya ku tê plankirin di qonaxa avakirinê de 200, di qonaxa xebatê de jî 30 kesê bixebitin, li qadeke 3 milyon û 370 metrekare bê avakirin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.