NÛÇEYÊN KURDÎ

EROGLÛ: BARÊ BACÊ DIKEVE SER XEBATKAR, KEDKAR Û YÊN DEST TENGAN

Nûnertîya Herêma Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li ber Daîreya Bacê ya Amedê bi daxwaza “Di bacê de edalet” daxuyanîyek da çapemenîyê.

Pankarta "Mûçeyek Mirovî, Di Bacê de Edalet" hat vekirin û Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Hasan Hayrî Eroglû, axivî. Eroglû, dîyar kir ku li Tirkîyeyê ji ber enflasyon zêde dibe bi milyonan kes bi krîzeke giran a debarê re rû bi rû ne. Bêyî edaleta bacê, edalet pêk nayê. Prensîba edaletê di bacê de li her derê cîhanê yek e; ji yên ku zêde qezenç dikin zêde û ji yên ku kêm qezenc dikin jî kêm bac tê wergirtin. Li alîyê din li Tirkîyeyê di bin navê 'berfirehkirina bingeha bacê' de berovajîyê vê yekê tê dîtin. Barê bacê dikeve ser xebatkar, kedkar û yên kêm dahat. Divê bac li ser banê belav bibe, ne li erdê. Bi kurtasî, sîstemek bacê pêdivî ye, ku tê de kesên zêde qezenc dikin zêde, ji kesên hindik qezenc dikin jî hindik bac bê stendin. Eroglû daxwaza xwe ya mûçeya herî kêm jî eşkere kir û got, “Em dixwazin mûçeya herî kêm bibe 13 hezar û 200 lîre.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.