NÛÇEYÊN KURDÎ

ESNAFÊN SÛKA DÎROKÎ JI RESTORASYONÊ BANG LI ŞAREDARÎYÊ KIRIN

Şaredarîya Bajarê Amedê, di van demên dawî de dest bi xebatên sererastkirina rêya Sûka Aşefçîler a navçeya Sûrê kir. Li sûka dîrokî ku hat hînbûn tenê wê rê bê nûkirin, esnafan daxwaz kirin ku divê banê sûkê jî were restorekirin.

Xebata rê ya ku wê li ser qadeke 2 hezar metrekareyî li sûka Asefçîler a navçeya Sûrê ya Amed bê kirin, di roja duyemîn a cejnê de dest pê kiribû.

Tê texmînkirin ku xebatên sererastkirina rêyan di nava 2 mehan de biqede. Esnafên bazarê daxwaz dikin ku weke çawa li sûka Şewitî ya navçeya Sûrê hatîye çêkirin, divê li sûka Aşefçîler ya dîrokî jî banê cam bê çêkirin û restorasyon bê kirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.